Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku hêzên Rûsyayê Dvureçanskoya li herêma Xarkîvê, Dnîpropetrovskê û Platonovkayayê xistine bin kontrola xwe.
Hersê dever jî li herêma Donestskê ya li rojhilatê Ûkraynayê ne.
Her wiha Moskowê diyar kir, 36 dronên Ûkraynayê ji aliyê sîstemên parastina asmanî ve li ser herêmên cuda yên Rûsyayê hatine bêbandorkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh jî ragihandibû ku wan li herêma Zaporîjyayê Rovnopolye û Malaya Tokmaçkayê xistine bin kontrola xwe.