Roja 28’ê Sibatê, di navbera Îran û Îsraîl-DYA’yê de şerekî giran dest pê kir.
Bê gûman ev şer metirsiyek mezin li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî dide çêkirin.
Lewma jî rêya parastina ji vî şerî yekîtiya gelê Kurd e.
Têkildarî vê mijarê xelkê Mexmûrê axivîn û banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin.
Jina bi navê Oznûr Mamxûrî anî ziman ku li kûderê şer çêdibe, cardin gelê Kurd dibe qûrbanê wî şerî û wiha got:.
"Em çawa xwedî li Rojava derketin, pêwîste îro em wisa li Rojhilatê Kurdistanê jî bibin xwedî.
Di şerê herî dawî de çawa gelê Kurd hev girt û êrîşên li ser Rojava şkand, pêwîste em wisa xwedî li Rojahilatê Kurdistanê jî derbikevin.
Divê li her çar aliyê Kurdistanê partiyên me yên siyasî bibin yek û li hemberî êrîşan mafê xwe bi parêzin."
Welatiyê bi navê Huseyîn Guzîreşî jî, destnîşan kir ku dewletên hegemon ên dixwazin di vê pêvajoyê de dîzayneke nû bidin cîhanê bi taybetî ji Rojhilatê Navîn, ketine nava şerekî mezin û wiha anî ziman:
"Metirsiyeke mezin li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê heye.
Ji bo ku em wek gelê Kurd nebin qurbanê herdu aliyan, divê em yekîtiya xwe pêkbînin."
Her wiha Huseyîn Guzîreşî jî bang li tevahî gelê Kurd kir ku çawa di pêvajoya şerê li hemberî Rojavayê Kurdistanê de rabûn ser piyan, divê li hemberî xeteriyên li ser Rojhilatê Kurdistanê jî bibin yek.
Luqman Hesen: Di vê demê de ya herî girîng yekîtiya Kurdan e
Li aliyekî din jî çalakvanê Siyasî Luqman Hesen bal kişand ser rewşa li herêmê, bandorên wê ya li ser Kurdan û çareseriya ji bo Kurdan ku bi yekîtiyê misoger dibe û wiha got:
"Mijara herî girîng ya ji bo Kurdan avakirina yekîtiya nava Kurdan li ser asta netewî û avakirina hêzeke leşkerî ya netewî ya di navbera pêşmerge, şervan û gerîlayan de ye."
Luqman Hesen bal kişand ser Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ku ev yek bûye hêviya gelê Kurd û wiha bi dawî kir:
"PKK`ê ji mêj ve qala avakirina yekîtiyê dike û ji bo pêkanîna vê jî gelek hewldan kiriye û Kongreya Netewî ya Kurd yek ji wan gavan bû.
Dîrokê piştrast kiriye ku parçeyî û belavî tiştekî bi me nade qezenckirin."