Hevdîtinên ji bo çekdarên Hemasê berdewam dikin

Ji bo bidawîkirina krîza çekdarên Hemasê yên ku di tunelên Refehê de asê mane, dan û standin û têkiliyên bi navbeynkariya Qatar, Misir, Tirkiye û Amerîkiyan berdewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Îsraîlê, ji 100 heta 200 endamên Hemasê di nav toreke tunelan de, li bin bajarê Refehê li başûrê Xezeyê, di nav herêma di bin kontrola artêşa Îsraîlê de, asê mane.

Lê belê rêberekî payebilind ê Hemasê dibêje ku hejmara çekdaran ku piraniya wan ji Tugayên Qasam in, di navbera 60 heta 80'î de ne.

Hemasê roja Çarşemê, bang li welatên navbeynkar kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku rê bide şervanên wê bi rêyeke ewle derkevin.

Îsraîl heya niha bi eşkereyî li ser ti rêkeftinekê derbarê derketina çekdarên Hemasê ya ji tunelan razî nebûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye