Hêzên Îsraîlê îro roja duşemê êrîşên xwe yên asmanî, topbaran û derbaskirina ser sînor a li başûrê Libnanê giran kirine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî û Ajansa Neteweyî ya Agahdariyê ya Libnanê (NNA), hêzên Îsraîlê derbasî navbera gundên Hedasa û Harîs bûne û li herêma Mecdel Zûn xanî û binesazî teqandine.
Her wiha, topbarana artêşê gundê Mensûrî kir hedef û li taxa rojava ya bajarokê Xiyamê jî hejmarek xanî hatin teqandin. Li gundê Hawlayê jî xebatên kolandin û rûxandinê ji aliyê buldozerên Îsraîlê ve hatin kirin, û zeviyên çandiniyê hatin şewatandin.
Di rûdaneke din de, tîmên hawarçûnê cenazeyên du xortên 17 salî li devera Dûhet Keferreman dîtin. Hat ragihandin ku ev her du xort ji roja yekşemê ve piştî ku droneke Îsraîlê motorsîkleta wan kir armanc, winda bibûn.
Ev geşedanên leşkerî di demekê de ne ku li herêmê di 20'ê Hezîranê de agirbest hatibû ragihandin, ku piştî şerê dijwar ê meha Adarê aramiyeke anîbû holê.