Bihayê petrola brent bi qasî %2 bilind bû

Di nava aloziyên li ser rêya bazirganî ya avê de, nirxê petrolê careke din bilind bû. Bihayê petrolê ji sedî 2 zêde bû û gihîşt asta herî bilind a çar hefteyan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro sêşemê, bihayê her bermîleke petrola brent bi qasî ji sedî 2 zêde bû û gihîşt 84.98 dolarî.

Di heman demê de, nirxê petrola navînî ya Texas a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji sedî 2.1 zêde bû û gihîşt 79.79 dolarî, ji bo her bermîlekê.

Rageşiyên nû yên di navbera Washington û Tehranê de, digel rawestandina trafîka keştiyan li Tengava Hurmizê, dîsa bûne sedemên bilindbûna buhayê petrolê.

Li gorî daneyan, ji dema ku Amerîka û Îranê di 17`ê hizîranê de peymanek Îmze kirin, ev asta herî binlind a bilindbûna nirxê petrolê tê tomarkirin.

Tevî vê yekê, bihayên petrolê ji asta herî bilind a di dema şer de hatibû tomarkirin, ku her bermîlek 110 dolar derbas kiribû, pir kêmtir in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye