Trump bi derbeke pir xurt gefê li Îranê dixwe

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku eger tevlîbûna Îranê di êrîşa li dijî pîlotekî balafira Fly Dubai de were piştrastkirin, wê bi derbeke pir dijwar re rûbirû bimîne. Di heman çarçoveyê de, Pentagonê diyar kir ku ji bo rûbirûbûna aloziya bi Îranê re, dê keştiyeke balafir-hilgir û keştiyên din bişîne herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, alozî, nakokî û gefxwarin di asta xwe ya herî jor de, berdewam dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê bi tundî gef li Îranê xwar.

Donald Trump diyar kir ku eger tevlîbûna Îranê di êrîşa li dijî pîlotekî balafira Flydubai de were piştrastkirin, wê bi derbeke pir dijwar re rûbirû bimîne.

Trump, di bersiva pirseke rojnamevaneke jin de, gelo DYA dê bersivê bide eger berpirsiyariya Îranê were îsbatkirin, got ku Îran dê derbeke pir giran bixwe.

Serokê Amerîkayê, di civîneke çapemeniyê li Koşka Spî de, destnîşan kir ku ew bawer dike destê Îranê tê de heye, bêyî ku helwesteke tekez nîşan bide û wiha zêde kir:

"Li gorî tiştên ku ez dibihîzim, ez ê bibêjim bersiv erê ye, lê em di vê kêliyê de li ser vê mijarê dixebitin."

Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê di gera xwe ya li Teksasê de behsa nakokiya bi Îranê re kir û wiha anî ziman:

"Divê Îran biryara rast bide.

Amerîka nizane ka ew ê li Îranê bi kê re bide û bistîne.

Şer dê bi awayekî yan jî bi awayekî din bi dawî bibe.

Hêzên me tibabên mezin ên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas kirine.

Em di mijara têkoşîna li dijî Îranê de gelekî baş dimeşin."

Her wiha Donald Trump di hevpeyvînekê ligel kovara *Time* ya ku roja pêncşemê hat weşandin de, behsa zêdebûna êrîşên li dijî Îranê piştî hilbijartinên nîv-dewrê kir. 

WSJ: Pentagon dê keştiyeke balafirhilgir û keştiyên din bişîne herêmê

Di heman çarçoveyê de, li gorî rojnameya ''The Wall Street Journal'', Pentagon dê keştiyeke balafirhilgir û keştîne din bişîne herêmê.

Ev yek beşek ji hewldaneke bihêzkirinê ye ku tê de 9-10 hezar leşker cih digirin û tê payîn ew heta dawiya meha mijdarê bigihêjin wir.

Niha 2 keştiyên balafirhilgir ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn in.

Hîna ne diyar e ka dê ev hejmar bibe 3 yan jî bi guhertina yek ji keştiyên heyî re, hejmar weke xwe bimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye