Êrîş di demjimêr 22:10`an de pêk hat û di encam de, zerereke madî gihîşt baregehê û derdora wê.
Hat eşkerekirin ku berê ew navend hatibû valakirin.
Bajarokê Rizgariyê (Topzawa) girêdayî navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ye.
Ev êrîş jî di demekê de tê ku beriya çend rojan hêzên Amerîka ji Başûrê Kurdistanê vekişiya.
Piştî vê vekişînê, gelek fikar di nava welatiyan de derketin holê ji ber hîn jî Îran êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê.