Li gorî ajansa nûçeyan Reutersê, Kremlinê roja Înê ragihan ku dibe di demek nêzîk de civînek sê alî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya û Ûkraynayê de were lidarxistin.
Li gorî heman çavkaniyê, ev civîn wê li ser hewldanên bidawîkirina şerê ku ji çar salan zêdetir e li Ûkraynayê didome, were lidarsrxstin.
Di derbarê vê mijarê de Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî, berê gotibû ku civîn dibe ku li Îmaratê were lidarxistin.
Derbarê rêya avê ya Deriyaya Reş jî, Volodymyr Zelensky got ku Hindistan, Tirkiye, Misir û hin welatên Rojhilata Navîn danûstandinên vekirina korîdorek genim li Deryaya Reş nîqaş dikin.
Di henam çarçoveyê de jî, Ajansa nûçeyan a Interfaxê ragihand ku berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kiriye ku Tirkiyê pêşniyar di derbarê ewlehiya keştîvaniyê li Deryaya Reş de pêşkêşî Moskovayê kirine, lê heta niha ti pêşketin çênebûne.