Trump agirbesta bi Îranê re dirêj kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta bi Îranê re dirêj kir. Îran dibêje ku ev dirêjkirin ji bo bidestxistina demê ye da ku Aemrîka ji nişka ve êrîş bike. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf spasiya serokê Amerîkayê kir ku daxwaza wan pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Beriya bidawîbûna agirbesta 2 hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de, careke din ev agirbest hate dirêjkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Turmp diyar kir ku li ser daxwaza rayedarên Pakistanê, wî êrîşên li dijî Îranê rawestandin û agirbest dirêj kir.

Turmp li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dest nîşan kir ku heta pêşniyareke hevpar neyê pêşkêşkirin, dê zexta leşkerî berdewam bike û wiha got.

"Hikûmeta Îranê bi giranî dabeş bûye.

Rayedarên Pakistan ji me xwestin ku heta rayedarên Îranê pêşinyareke yekgirtî bidin, em êrîşên xwe rawestînin."

Trump teqez kir ku dirêjkirina agirbestê nayê wateya rakirina zexta leşkerî û wiha got:

"Min ferman da artêşê ku dorpêça deryayî bidomîne û di hemû mijarên din de bi temamî amade be.

Ji ber heta ku pêşniyara Îranê were pêşkêşkirin û dan û standin bi vî awayî yan bi awayekî din bi dawî bibin, ez agirbestê dirêj dikim."

 

Trump: Îran li ber têkçûnê ye

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran ji ber dorpêçan li ber "têkçûneke mezin a aboriyê ye" ye.

Şêwirmendekî Serokê Parlamentoya Îranê li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

 

Şêwirmendê Qalîbaf: Amerîka dixwaze demê bi dest bixe

 

Şêwirmendê Qalîbaf eşkere kir ku dirêjkirina agirbesta ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidestxistina demê ye, da ku ji nişka ve êrîşek were destpêkirin.

Şêwirmendê Qalîbaf dest nîşan kir ku dorpêça berdewam a benderên Îranê ji hêla Amerîkayê ve "ji bombebaranê ne cuda ye û divê bi şêwazekî leşkerî bersiv were dayîn."

 

Serokwezîrê Pakistanê spasiya Trump kir

 

Li ser agirbestê, Pakistanê spasiya aliyên şer li ser dirêjkirina agirbestê kir.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf Di postek li ser X `ê de got ku ew spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dikin ku daxwaza Îslamabadê qebûl kir.

Şehbaz Şerîf diyar kir ku dirêjkirina agirbestê dê rê li ber hewldanên dîplomatîk ên berdewam veke.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye