Pezeşkiyan: Dawîkirina şer wê tenê li gorî şert û mercên me be

Serokê Dewleta Îranê Mesûd Pezeşkiyan eşkere kir ku her biryarek di der barê bidawîanîna şerê berdewam de, wê tenê li gorî şert û mercên welatê wî pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranî Mehr, Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtineke fermî de got ku rêya bidawîanîna şer wê bicihanîna şertên ku ji hêla Tehranê ve hatine pêşkêşkirin ve, girêdayî bimîne.

 

Pezeşkian her wiha tekez kir ku divê her çareseriyeke potansiyel bi tevahî li ber çavan bigire di nav de; serwerî, ewlehiya neteweyî û berjewendiyên bilind ên Dewleta Îranê hene.

 

Ev yek jî, piştî gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump hat, ku gotibû danûstandinên bi Teheranê re gihîştine qonaxeke pêşketî.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye