Civîna bilind a NATO`yê dê di 7-8ê tîrmehê de li Enqerê were lidarxistin.
Sibeha 23ê Hezîranê beriya civîna bilind a NATO`yê, 225 kesên ku di rêxistinên siyasî û civakî yên curbecur de cih digirin, di serdegirtinên malan ên li Enqerê de, hatin binçavkirin.
Piştî temamkirina îfadeyên polîs û cendirmeyan, 135 kes sewqî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin de, ew bi sûcên "endambûna rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" têne tawanbarkirin.
Di nav de akademîsyen û rojnamevan jî hene, 69 kes hatin girtin
Ji kesên ku îfade dane dozgeriyê, 129 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha sulhê hatin kirin.
Ji bo 103 kesên ku hatine sewqkirin, biryara girtinê hat dayîn.
Di nav wan de Nûnerê Weqfa TEMA ya Enqerê Nevzat Ozer, Endama Lijneya Rêveber a Halkevleri Hediye Yildirim, Berdevka Umut-Sen Burcu Arıkan, Doç. Prof. Dr. Emel Memiş û Edîtorê Giştî yê KaosGL Yıldız Tar, hene.
Raportorê Tirkiyê bertek nîşanî binçavkirinan da
Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor, li ser hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek weşand û bertek nîşanî binçavkirinan da.
Amor got: "NATO qet nebûye klubeke demokrasiyê û niha jî nîne.
Dema ku hikûmeteke otorîter mazûvaniya civînekê dike, akredîtasyona medyayê ya keyfî tê kirin û di hin operasyonên 'pêşîlêgirtinê' de zêdetirî 200 kes tên girtin.
Mixabin, xuya ye ku ev yek xewên Rutte narevînin."
Li Enqerê wê13 rojan jiyana rojane bikeve bin qedexeyê
Li Enqerê beriya 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO`yê, tedbîrên ewlehiyê yên berfireh dest pê kirine.
Tê plankirin ku gelek kolan û bulvarên li paytextê ji bo trafîkê werin girtin, di heman demê de li gelek deveran, ji civîn û xwepêşandanan bigire heya firînên dronan, qedexeyên demkî hatine danîn.
Walîtiya Enqerê, di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên ji bo lûtkeyê de, di navbera 28ê Hezîranê û 10ê Tîrmehê de li deverên vekirî û girtî yên bajêr her cûre civîn, xwepêşandan, mîtîng, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, danîna standan û belavkirina broşûran qedexe kiriye.
Walîtiya Enqerê her wiha ragihand ku ji bilî yên bi destûrên taybet, hemû firînên dronan hatine rawestandin.