Ev 18 meh in ku li ser mijara petrol, nakokî di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de hene, ev bû sedema gelek pirsgirêkên wek pirsgirêka nedayîna mûçeyan, lê duh lihevkirinek di vê mijarê de çêbû.
Mihemed Şîa Sûdanî: ev lihevkirineke dîrokî ye
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku ev lihevkirineke dîrokî ye û ragihand ku ew mîqdara petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin û bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê tê hinardekirin, wê bi rêya Wezareta Petrolê ya federal were wergirtin.
Sûdanî destnîşan kir ku hinardekirina petrolê, wê belavkirina wekhev a dewlemendiyê û cihêrengkirina bendergehên hinardekirinê misoger bike.
"Petrol wê bi rêya bendera Tirkiyeyê were hinardekirin"
Di derbara vê mijarê de, wezareta Petrolê ya Iraqê da zanîn ku ji bilî mîqdara ku ji bo armancên navxweyî tê bikar anîn, wê petrola li Herêma Kurdistanê tê hilberandin, werbigirin û li gorî destûr û qanûna budceyê ya Iraqê, wê bi rêya bendera Tirkiyeyê were hinardekirin.
Wezareta Petrolê da xuyakirin ku ev peyman ji bo berjewendiya giştî ya Iraqê, budceya welat, zêdekirina projeyên xizmetgûzariyê û xizmetkirina welatiyan e.
Rubio rêkeftin erênî pêşwazî kir
Têkildarî heman mijarê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî axivî û da zanîn ku rêkeftin ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hat hêsankirin û got: "Ev rêkeftin wê ji bo Amerîkiyan û Iraqiyan sûdên berbiçav bîne, aboriya Iraqê xurt bike, bazarên enerjiyê aram bike û hevkariya herêmî pêş bixe. Ew ê serweriya Iraqê jî, ji nû ve piştrast bike."
Rojane 230 hezar bermîl petrol wê were firotin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku piştî 48 saetên din, wê ji nû ve dest bi firotina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û wê rojane 230 hezar bermîl petrol bifiroşin Kampaniya SOMO û lêçûna wê jî, wekî petrol wê ji kompanyayan re bê dayîn.
Li gorî peymanê, lêçûna derxistin û veguhestina yek bermîla petrolê 16 dolar e.
Amanc Rehîm: Ez hêvî dikim ku lihevkirin pirsgirêka mûçeyan çareser bike
Derbarê rêkeftinê de Sekreterê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm jî got: "Ez hêvî dikim ku ev lihevkirina sêalî bibe sedema aramiya xerckirina mûçe û mafên Herêma Kurdistanê.
Amanc Rehîm diyar kir ku ev peyman ji şeş bendên sereke û pêşgotinekê pêk tê û ji hêla Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê ve hatiye îmzekirin û maf û erkên her sê aliyan tê de hatine diyarkirin.