Lezgin

DAIŞ difikire koalisyonekê ava bike û navê xwe biguhere!

Rojnamevan Zana Omer ji Nûçe TV re eşkere kir ku dibe DAIŞ li Sûriyê koalisyona xwe bi komên tundrew re ava kiribe û bi navekî nû senaryoya 2014an dûbare bike.

reset font size increase font size

Tevî ku kontrola xwe ya li ser herêman wenda kir, rêxistina DAIŞ hîn jî çalak dimîne, taktîkên êrîşên hevdem û ketina ji Çolistanê bo gundewar û hundir bi kar tîne.

Zêdebûna liv û tevgera şaneyên DAIŞê îşaretên gûhertinên taktîkê yên rêxistina terorîst a tundrew dide.

Rojnamevan Zana Omer di wê baweriyê de ye ku kaolsyoneke grûpên “Seraya Ensar El-Sunna” û “Hurras El-Dîn” bi DAIŞ re çêbûye û bawer dike ku DAIŞ navê xwe biguhere û wek rêxistineke nû derkeve holê.

Her wiha dibêje: “Eger QSD’ê roleke sereke nelîze, dê li Sûriye şerê navxweyî û terorê nû bibe. Di heman demê de dê metirsî li ser kêmahiyên olî û mezhebî zêde bibin.”

`DAIŞ di qonaxa 4an de ye`

 Li gorî amarên fermî ji destpêka sala 2025an ve, DAIŞê zêdetirî 114 êrîş li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD)ê pêk anîne.

DAIŞ li naverasta Îraqê li sêgoşeya Neynewayê ya ku li ser Çolistana Sûriyê vekiriye, pir aktîv bûye. Li Sûriyê jî, piştî ku çolistan û herêmên dagirkirî heta 2024an jê re bûbû hêlîn. Taybet ji hilweşîna rejîma Baas û hatina HTŞê sûd wergirt.

Zana Omer da zanîn ku DAIŞ ketiye qonaxa çaran a piştî sala 2019an û bi guhertina neqşerêya kontrolê ya Sûriyê re, li gundewarên paytexta Sûriyê Şamê, naverasta Sûriyê, Idlib, Hema û Humsê xwe birêxistin dike.

Di 2025an de çi hat guhertin?

Omer destnîşan dike ku piştî tevliheviyên dawî yên dramatîk li Rojhilata Navîn êdî hinek faktor hatin guhertin û tevîlbûna di nav refên DAIŞê de zêde bû.

Rojnamevan û Pisporê Karûbarên Komên Tundrew da zanîn ku siyaseta Colanî ya nû hişt ku komên tundrew ên selefî ji wî veqetin û tevlî refên DAIŞê bibin, hemû nîşane tên wateya ku êdî jimara endamên wê zêde bûye û ew nêzî karîna xwe ya 2014an bûye.

DAIŞ di qonaxa nû de zêde êrîşan nake di hundirê Sûriyê de, dibe ku li hêviya hin guhertinên dramatîk e û derfet dide alîgirên Colanî ku jê veqetin û tevlî wê bibin. Ew hêza xwe bi giştî li dijî QSDê bikar tîne.

`Divê li Sûriyê QSD bibe hêza sereke ya dijî terorê`

QSD’ê rola sereke ya şerê li dijî DAIŞ’ê dike bi hevkariya Koalsyona Navdewletî.  Zana Omer dibêje tevî ku operasyonên hevbeş ên QSDê û koalsyonê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas kirine, lê têrê nake.

Ew tekez dike ku divê QSD fermî wek hêzeke sereke ya navendî ya şerê dijî DAIŞê di hundir Wezareta Berevaniya Sûriyê werê nîşankirin û çareya siyasî dest pê bike.

Zana Omer tekez dike ku diyaloga di navbera Qamişlo û Şamê de gavek erênî ye, ne tenê ji bo Sûriyê, belê ji bo welatên derdor mîna Iraq, Urdun, Îsraîl û ji bo Tirkiyê jî eger Tirkiye siyasetên xwe li hember Kurdan biguhere û tevlî pêvajoya aştiyê bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24