Ajansên nûçeyan ên dewletê yên wekî Fars û ISNA ji çavkaniyên agahdar ên di malbata Rêberê Bilind de piştrast kirin ku keç, zava û neviya Elî Xameneyî di êrîşaa Amerîka-Îsraîlê de hatine kuştin.
Her wiha di ajansan de hat eşkerekirin ku yek ji bûkên Xameneyî jî di êrîşa sibeha Şemiyê de miriye.
Di heman demê de, medyaya dewletê ya Îranê dest nîşan kir ku Mihemed Besrî, berpirsekî payebilind ê Wezareta Îstîxbaratê ya Komara Îslamî, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin.