Rubio: Em dixebitin ji bo ku Îxwan Misilmîn bixin lîsteya terorê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide Îxwan Misilmîn wekî rêxistineke terorîst bi nav bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Marco Rubio di derbarê ji nû ve destgirtina listeya terorê de wiha got: "Em her hemdemî komên Îxwan Misilmîn dinirxînin ka kîjan ji wan piştgirên terorîsta ne, dîsa dibe ku bi xwe terorîst bin.

Wezîrê Amerîkayê bibîrxist ku wan demek dirêj e nirxandin nekiriye, ji ber vê yekê gelek tişt hene ku ew bikin.

Senatorê Amerîkayê Ted Cruz pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreyê kir ku tê de Îxwan Misilmîn rêxistineke terorîst bi nav kir.

Di pênûmeyê de hate diyar kirin ku Îxwan Misilmîn piştgirî dide şaxên xwe yên terorîst ên weke Hamasê.

Ji aliyê xwe ve jî, Kûşke Spî dibêje dibe ku Amrika piştgirî bide biryara ku Îxwan Misilmîn wekî rêxistineke terorîst binav bike.

Îxwan Misilmîn tevgereke siyasî ya îslamî ye, ji hêla Hesen el-Benna ve di 22'ê Adara 1928'an de, li Misrê hatiye avakirin.

Ev rêxistin li gelek welatan bi armanca avakirina dewletek bi referansa îslamî û bi qanûnê şerîatê were birêvebirin xwe bi rêxistin dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24