Hêzên deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê diyar kir, keştiya ku zêdetirî 2500 konteyner hildigirtin, di ava başûrê Tengava Hurmizê de, ji ber şewata ku li ser wê derketibû, binav bû.
Li aliyekî din CENTCOM’ê di daxuyaniyekê de, got ku hêzên deryayî yên Pasdarên Îranê ti serweriyê li Tengava Hurmizê nakin.
Rojnameya The New York Times jî da zanîn ku artêşa Amerîkayê, li gorî gotinên Donald Trump, amadekariyên vegerandina operasyonên şer ên berfireh li dijî Îranê kirine, ku dê li ser bingeha kampanyayeke dijwar a sêrojî bin.
Ev pêşhate di demekê de pêk tê ku aloziyeke metirsîdar der barê dosyaya Îranê de derketiye holê.