Newroza Amedê tevî baranê jî bi awayeke girseyî tê pîrozkirin

Li Amedê kelecana Newrozê dest pê kir. Xelkê bajar, hêj ji saetên serê sibehê ve ber bi qadê ve bi rê ketin û bi dirûşmên “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê tê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pîrozbahiya Newroza Amedê dest pê kir û herikîna gel a ber bi qadê ve jî didome.

 

Pîrozbahî, li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” hatiye lidarxistin.

 

Têketina qadê di saet 10.00`an de dest pê kir.

 

Beriya ku çalakî destpêbike deqeyek li ser giyanê Salih Muslim û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji des dane rêz hate girtin.

 

Ji 7 salî heta 70 salî her kes ber bi qadê ve diçe û li her çar aliyên qadê coşa Newrozê her ku diçe mezintir dibe.

 

Coşa welatiyên rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin daybet jî zêdebûna jin û ciwan balê dikişîne.

 

Tevî baranê jî her ku diçe coş û jimara qadê zêdetir dibe.

 

Komîteya Amadekar a Newrozê, ji bo parastina ewlehiya qadê 600 kes peywirdar kir her wiha di her noqteya têketina qadê de wekîlên DEM Partiyê, endamên PM’ê û parêzer hene.

 

Li gor bernameya Newrozê dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana di pîrozbahiyê de biaxivin.

 

Wê peyama Damizrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan jî were xwendin. Dîsa wê peyama girtiyên siyasî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê bên xwendin.

 

Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’yê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest dabû jî dê bi pêşandana sînevîzyonekê were bibîranîn.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye