Projeya JES`ê ya li Gimgimê hat protestokirin

Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê û komeleyên bawerî û herêmî ji bo bertekan nîşanî projeya JES'ê ya li Gimgimê bidin, li Qada Kasaplar a Çîgîliyê ya Îzmîrê li hev civiyan. Gelek sivîl beşdar bûn û li dijî vê pirojeyê dengê xwe bilind kirin û gotin em naxwazin xwezaya me were talankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo projeya JES'ê ya ku li bajarê Gimgimê tê karkirin, gelek saziyên sivîl û welatiyên bajêr bertekên xwe nîşan dan.

 

Bi dirûşmeyên “Gelê Gimgimê JES'ê naxwaze! Dest nede av û axa min” û ji JES`ê re bêje na” nerazîbûna xwe anîn ziman.

 

Welatiyan bal kişandin ser zirarên projeyê û gotin ku li dijî vê projeyê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.

 

 

 

 

Platforma Ekolojîyê ya Vartoyê: Erdîngarî tê talankirin

 

 

 

Li ser navê Platforma Ekolojiyê Bahar Koç, metna çapemeniyê xwend û diyar kir ku erdnîgariya Gimgimê bi xeteriya talanê re rû bi rû ye û wiha pê de çû:

 

"Projeya JES'ê rasterast mudaxaleyeke li ser qadên jiyanê ye.

 

Divê projeyên JES'ê yên ku bandorê li hevsengiya ava bin erdê û pêkhateya jeolojîk dikin, bi awayekî zanistî bên nirxandin.

 

Heke zirareke mezin hebe, divê ev piroje were dûrxistin. Her karekî ku bêyî nirxandina zanistî û serbixwe bê kirin, ew li dijî hiqûqê ye."

 

 

 

Bahar Koç: Projeya JES`ê zirarê dide çavkaniyên avê

 

 

 

Di dawiyê de, Bahar Koç diyar kir ku proje zirarê dide çavkaniyên avê, hewa û tenduristiya gel û wiha qedand:

 

"Axa Gimgimê di cîhana baweriya gelê herêmê de, ne tenê weke erdnîgariyekê tê dîtin.

 

Talankirineke xwezayê ye, bîra baweriyê ya hezar salan û berdewamiya çandî ya gelê herêmê jî hedef dike.

 

Em ê bi rêyên hiqûqî û rewa têkoşîna xwe bidomînin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye