Ewn Ziyab, ragihand ku Tirkiye peymana avê di navber her du Komaran de binpê dike û eger rewş wiha berdewam bike, wê
di meha Îlona îsal de beşa çandiniyê bi temamî bide rawestandin.
Ewn Ziyab diyar kir ku Tirkiye dixwaze bendavên nû çêke, ew jî tirseke mezin li ba Iraqê çêdike, ji ber ku rêjeya ava ku were nav xaka Iraqê, wê ji ya niha kêmtir bibe.
Wezîrê Çavkaniyên Avê da zanîn ku eger Dewleta Tirk ava Îraqê bernede, Iraq neçare dibe ku di meha Îlona îsal de beşa çandiniyê bi temamî bide rawestandin û ji berhemên navxweyî bêpar bimîne.