Cemîl Taşkesen piştî 4 mehan ji girtîgehê hat berdan

Cemîl Taşkesen ê ku ji ber parvekirinên medyaya dijîtal, piştî 9 salan bi îdîayê “Heqareta li Serokkomar” 4 sal û 2 meh lê hatibû birîn, hate tehliyekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 2014’an de li Herêma Herekol a li Sêrtê, goristanên PKK’îyan bi wesayîtan hatibûn texrîbkirin.

 

Der heqê Cemîl Taşkesen ê ku çûbû herêmê û dîmenên texrîbkirinê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kiribûn, bi îdîaya “Heqareta li Serokkomar” li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Sêrtê doz hatibû vekirin.

 

Di encama darizandinê de, dadgehê di sala 2023’yan de 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Taşkesen birî bû.

 

Taşkesen ê ku di 2’yê Kanûna 2025’an de hate girtin, şandin Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê.

 

Taşkesen ku 4 meh li girtîgehê ragirtî ma, duh bi şev hate tehliyekirin.

 

Çi qewimî bû?

 

Cemîş Taşkesen, li navçeya Misircê ya Sêrtê, di 29’ê Cotmehê dema ziyareta Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî, bi gotina “Ev der Kurdistan e, lê tê înkarkirin” bûbû rojev.

 

Taşkesen, ji ber vê gotinê li gelek platformên medyaya dijîtal, wek hedef hatibû nîşandan û di 2’yê Kanûna 2025’an de hatibû girtin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye