Navenda Ragihadinê ya QSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Himûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî bargeheke wan li bajarokê Ebû Hemam ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrîşek pêk anî ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dane.
Li gorî daxuyaniyê hêzên hikûmeta veguhêz bi awayekî bêserûber û rasterast bi roket û çekên giran xalên leşkerî û malên sivîlan bombebaran kirin û 3 xalên leşkerî yên li bajêr topbaran kirin.
QSDê da zanîn ku ew ê tedbîrên pêwîst bigirin da ku van êrîşan rawestînin û aramiya herêmê biparêzin.