Keskîn Bayindir di axaftina xwe de bal kişand li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" û destnîşankir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd ji bo yek bûna gelê Kurd berpirsiyariyên dîrokî li ser milê wan bar dike.
Bayindir da zanîn ku ev pêvajo ne bi sipartina hêzên derve re bi têkoşîna gelê Kurd re destpêkiriye û got:
"Em ê bi vîna xwe û hêza xwe vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya azadî û aştiyê. Ne ji ber ku em qels in, lê ji ber ku em xurt in em banga aştiyê û daxwaza demokrasiyê dikin."
Bayindir bal kişand ser yekitiya neteweyî û da zanîn ku divê hemû kes bêhtir bixebite û destê Rêberê Gelê Kurd xurt bike.