Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 25 kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, 25 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçe û Agahdariyê ya Filistînê (WAFA) ragihand ku îro di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê, 25 kes ku 13 ji wan alîkarî digirtin, hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Duh, Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di nav 24 demjimêran de, li Xezeyê 9 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

 

Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 122 kes mirine

 

Her wiha di daxuyaniya Wezaretê de hatiye diyarkirin ku hejmara giştî ya mirinên ji ber birçîbûnê û kêmbûna xurekê gihîştiye 122 kesan, di nav wan de 83 zarok hene.

Xelkê Xezeyê ji ber rawestandina alîkariyên mirovî û berdewamiya şerê di navbera Artêşa Îsraîl û Tevgera Hemasê, di nav birçîbûnê de dijîn.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24