Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de berdewam e.
Îro Waliyê herêma Krasnodar a Rûsyayê Veniamin Kondratyev got ku hêzên Ûkraynayê bi dronan êrîşî bendera Tuapse ya li Deryaya Reş kir.
Di encama êrîşê de kesek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Kondratyev got ku ji ber êrîşê zirar gihişt dêrekê, dibistaneke seretayî, baxçeyeke zarokan, hin avahî û mûzexaneyekê.
Beriya niha walîtî diyar kiribû ku ji ber êrîşên bi dronan ên Ûkraynayê keçek 14 salî û jineke ciwan hatin kuştin.
Ûkrayna ji Ewropayê daxwaza sîstema parastina mûşekên balîstîk dike
Li aliyekî din di daxuyaniya dawî ya serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky de, hat ragihandin ku Ûkrayna ji Ewropayê dixwaze ku sîstema parastina mûşekên balîstîk ava bike.
Her wiha Volodymyr Zelensky anî ziman ku Ûkrayna ji bo damezrandina sîstema parastina mûşekên balîstîk bi çend welatan re dan û standinan dike û wiha got:
“Erê ev kar pir dijwar e lê baş e, min berê jî bi welatên mezin ên Ewropî re li ser vê mijarê nîqaş kiriye.”
Ûkranya, di şerê li dijî Rûsyayê de ji mezintirîn pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimîne, ew e ku nikarin mûşekên balîstîk bixin xwarê.
Di heman demê de ev daxwaza Ûkraynayê ji ber ku tenê hin cureyên pergalên mûşekên Patriot ên Amerîkî dikarin mûşekên balîstîk ên Rûsyayê bigirin, tê.