Şandeyeke Amerîkî serdana Sûriyê kir

Şandeya Amerîkî bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Şandeya payebilind a Amerîkî ji Senatora Amerîkî, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê Jeanne Shaheen, Namzetê Amerîkî Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Thomas Barrack pêk hat, serdana Sûriyê kir.

 

Şande bi Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re civiya

 

Hate ragihand ku di serdanê de du civînên cuda hatine lidarxistin.

Şande destpêkê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiya û piştre jî şandeyê bi serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri re hevdîtin pêk anî.

Di her du civînan de, rewşa dawî ya Sûriyê, rêbazên pêşxistina diyalog û hevkariyê ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê hatin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye