Di rojevê de pêşnûmeya qanûna çarçoveyî heye

Pêvajoya çareseriyê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê rojeva sereke ye. Tê payîn di nava hefteyê de wê serdana Serokê Meclîsê ji bo partiyên siyasî hebe. Di heman demê de Şandeya Îmraliyê diyar kiribû wê 23'ê mehê de ji bo hevdîtînê serdana Abdullah Ocalan bike. Rêveberiya Tevgerê derbarê qanûna çarçoveyî de ku tê payîn bê Meclisê daxuyanî da û wiha got: "Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tev li siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê di nav xwe de dihewîne, bê amadekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, pêşnûmeya qanûna çarçoveyî di rojevê de ye. 

Ev demekî  nîqaşa qanûna çarçoveyî didome. 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî di vê çarçoveyê de serdana AKP’ê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kiribû.

Hat ragihandin ku di nava hefteyê de Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş dê serdana partiyên siyasî bike.

Di heman demê de tê payîn ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî di 23'ê Tîrmehê de biçe Îmraliyê. 

Ji 24'ê Gulana 2026'an ve bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çênebûye.

Vê sibehê Rêveberiya Tevgerê jî, derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku tê payîn bê Meclisê û bibe qanûn, daxuyaniyek nivîskî ya girîng weşand. 

Rêveberiya Tevgerê: Gotin û pratîkên desthilatê li hev nayên

Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku ev 2 meh in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin: 

"Serokkomar û hin rayedarên AKP’ê gelek caran destnîşan kirin ku ev pêvajo gelekî girîng e. 

Di mijareke ew çend girîng de, di nava 2 mehan de pêkneanîna hevdîtinê bi muxatabê sereke re nîşan dide ku gotin û pratîk li hev nayên.

Eger wê ji bo çareseriyê qanûneke çarçoveyê ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe.

Mutabaqat bi lihevkirina nêrînên dualî dibe. Lewma divê nêrîn û pêşnûmeya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye li ber çavan bê girtin."

"Qanûnek beyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê pêvajoyê sabote bike"

Rêveberiya Tevgerê destnîşan kir ku piştî hevdîtina di navbera DEM Partî û AKPê de, di mijara qanûna çarçoveyê de careke din hin nirxandin hatin kirin ku ne yên qebûlkirinê ne: 

"Hin kesayetên nêzî AKP’ê diyar kirin ku di vê qanûna çarçoveyê de, wê têkildarî Rêber Apo xalek nebe û kadroyên rêveber jî li derveyî vê qanûnê bêne hiştin. 

Qanûnek eger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li nava xwe negire wê bibe qanûnek ku ti pirsgirêkan çareser neke. 

Bi rengekî eşkere wê bê wateya sabotekirina pêvajoyê. 

Lewma divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were.

Her derdora ku dixwaze pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe, pêwîst e bi eşkere qebûl bike ku Rêber Apo aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê ye; ev yek jî tenê bi qanûnê dibe. 

Divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye