Trump: Em ê firseta dawî bidin Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku dê Washington firseta dawî ya danûstandinê bide Îranê. Trump destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina aloziya bi Îranê re lez û beza wî nîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Amerîka û Îran bi daxuyaniyan şerên xwe didomînin.

Serokê Dewletên Yekbûyên yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro ji rojnamevanan re got:

“Em ê firseta dawî ji bo dan û standinan bidin û ez ne lez û bez im. Pêkanîna armancên girîng ji destnîşankirina dema bidawîkirina wan girîngtirin e.”

Duh, Trump di civîna li Koşka Spî ligel senatoran de, diyar kiribû dê Amerîka şerê bi Îranê re bi lezeke mezin bi dawî bike.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihad ku DYA`ê li pey destpêkirina şerekî nû ye.

Mihemed Baqir Qalîbaf: Dijmin li pey destpêkirina şerekî nû ye

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî bo welatiyan peyameke bi deng belav kir.

Mihemed Baqir Qalîbaf got ku hêviya Amerîkayê hîn jî heye ku bi rêya zextên aborî û leşkerî, Tehranê neçarî teslîmbûnê bike û wiha domand:

"Her çi qas li eniyên şer agirbest hebe jî dijmin li pey destpêkirina kêliyeke nû ya şer digere û di heman demê de zextên aborî û siyasî dixe ser me.

Ji lewra kî di vî şerî de bi ser bikeve, ew dê dîroka Îranê binivîse û paşeroja welêt diyar bike.

Pêwîst e em amadehiya xwe ya ji bo bersivdaneke bihêz û bibandor a li hemberî êrîşên gengaz zêde bikin.

Qalîbaf, di dawiyê de, di peyama xwe de diyar kir ku gelê Îranê di ti şert û mercî de "serî li ber zilmê danayîne.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye