Meşê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.
Di meşê de, wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û dirûşmeyên "Em Zarokên Xwe Dixwazin","Em Esîrên Xwe dixwazin","Em bi Can û bi Xwîn bi Esîrên Xwe re Ne" hatin berzkirin.
Endamê Fermandariya Leşkerî ya Kobanê Kanî Ehmed, axivî û diyar kir ku yek ji bendên lihevkirina QSD û Hikûmeta Veguhêz, berdana dîlgirtiyan bû.
Kanî Ahmed, tekez kir ku divê di demeke kurt de hemû dilgirtî werin berdan û vegerin nav malbatên xwe.