Îsraîl: Me fermandarekî Hemasê û 3 çekdarên din kuşt

Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke esmanî de fermandarê deryayî yê Hemasê û sê çekdarên din kuşt

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonên xwe yên dawî yên li sektora Xezeyê de, fermandarê deryayî yê Hemasê Osama Naîm Hemdî Şamlax û sê çekdarên din kuştine.

Li gorî daxuyaniya fermî,  di êrîşeke esmanî de hatiye armancgirtin.

Îsraîl Şamlax wekî berpirsê çalakiyên deryayî û plankirina êrîşên li dijî hêzên xwe tewanbar dike.

Di operasyoneke din a li bakurê Xezeyê de jî, sê çekdarên din ên ku wekî "metirsiya rasterast" ji aliyê Îsraîlê ve dihatin pênasekirin, hatin kuştin.

Heta niha, ji aliyê Hemasê ve tu daxuyaniyeke fermî an piştrastkirin derbarê kuştina Şamlax û sê çekdarên din de nehatiye belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye