Du fermandarên Supaya Pasdaran a Îranê hatine kuştin

Du fermandarên Îranî di êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê de hatine kuştin. Ajansa Farsê kuştina fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê bi navê Mustefa Ezîzî eşkere kir. Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku wan fermandarekî payebilind ê baregeha petrolê ya Supaya Pasdaran Mihemed Riza Eşrefî Qehî kuşt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Farsê kuştina fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê li Parêzgeha Xozistanê Mustefa Ezîzî, ragihand.

Li aliyekî din, artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan ên hewayî roja Înê li parêzgeha Tehranê, fermandarekî payebilind ê baregeha petrolê ya Supaya Pasdaran û serokê karûbarên bazirganî yê baregehê Mihemed Riza Eşrefî Qehî kirin armanc û ew kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku baregeha petrolê ya Supaya Pasdaran a Îranê bi rêya dahatên ji firotina petrolê û xweragirtina ji cezayan, di fînansekirina çalakiyên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê û komên hevalbendên wê de rolekê dilîze.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, ku Eşrefî Qehî çalakiyên bazirganî yên baregehê bi rê ve dibir û kuştina wî piştî kuştina fermandarê baregeha petrolê ya hêzên çekdar Cemşîd Îshaqî pêk hat.

Di şerê dawiyê de, gelek berpirs û fermandarên payebilind ên dewleta Îranê di êrîşan de hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye