Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor (IFRC) di derbarê lehiya Yemenê de raporek weşand.
IFRC di rapora xwe de eşkere kir ku di meha Tebaxa 2025an de, ji ber lehiyê 62 kesan jiyana xwe ji dest dane û 73 kes jî birîndar bûn, 4 kesên din hîn jî winda ne.
Dîsa di raporê de hate parvekirin ku ji ber lehiya dijwar bi sedan mal wêran bûn û 47 hezar û 50 malbat jî, ku ji 329 hezar 350 kesan pêk tên, bandar bûne û bê cih û war mane.