"Nabe ku em dest bi tu êrîşan bikin"
Cîgirê Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Îranê Amir Nematî, di daxuyaniyekê de got stratejiya Komara Îslamî ya Îranê parastine û ew ne ew kes in ku dest bi tu êrîşan bikin.
Amir Nematî her wiha tekez kir ku di stratejiya exlaqî ya Îranê de, nabe jiyana kesên sivîl an kesên ku tu girêdana wan bi qadên şer tune ye, bikeve metersiyê û wiha berdewam kir:
"Dibe ku em di hin operasyonan de bikaribin dijmin têk bibin, lê nirxên me yên olî û exlaqî nahêlin ku em bi kuştina sivîlan vê serkeftinê bi dest bixin."
Nematî diyar kir ku ew xwedî teknolojiyên pêşkeftî ne û got:"Exlaqê me rê nade me ku em çekên wêrankirina girseyî çêbikin û tesîsên sivîlan wêran bikin."
Îran amade ye bi tundî bersivê bide her gefekê
Îranê berî niha îşaret bi wê yekê kiribû ku ew amade ye bi tundî bersivê bide her gefekê.
Her wiha piştrast kiribû ku ew ê ji parastina pasîf ber bi pêşîlêgirtina çalak ve biçe, di heman demê de amadebûna xwe bi sîstemên îstîxbaratî û operasyonel kiribû.
Berpirsên siyasî û leşkerî destnîşan kirin ku li ser bingeha ezmûnên ku ji şerê "12 rojî" yê bi Îsraîlê re hatine bidestxistin, wê şiyanên xwe di êrîş û parastinê de, li pêş bixin.