Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Dijî Madeyên Hişber a Îraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi rêya beşên lêkolîna taybet, çavdêriya veşartî û bi hemahengiya li gel desthilata dadwerî, operasyoneke teknîkî li dar xistiye.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de, hêzên ewlehiyê teknolojiyên nû û pergala GPS bi kar anîn.
Di encama operasyonê de toreke mezin a bazirganiya madeyên hişber hat hilweşandin û bazirganekî xeternak hat girtin.
Li gorî heman agahiyan, tawanbar di dema wergirtina barekî madeyên hişber de hatiye girtin.
Rêveberiyê her wiha ragihand ku wan dest danîn ser 29 kîlogram madeyên hişber ên ji cureya ‘heşîşê’.