Pêşangeha 23`emîn a pirtûkan a Enqereyê hat destpêkirin.
Her sal du caran tê lidarxistin.
Di nav pêşangehê de 62 weşanxane û 250 nivîskar beşdar bûne û zêdetirî 50 hezar kes dê serdana pêşangehê bikin.
Îsal di pêşangehê de weşanxaneyên Kurdan beşdar nebûn.
Nivîskarên Kurd ên ku berhemên wan bi zimanê Tirkî hatine çapkirin, diyar kirin ku sedema sereke ew e ku derfetên çapkirina pirtûkan bi zimanê Kurdî kêm in.
Hat destnîşankirin ku di Pêşangehê de tenê nivîskarên Kurd ên ku bi zimanê Tirkî dinivîsin, berhemên wan hebûn.
Dînç: Derfeta çapkirina pirtûkên Kurdî tune ye
Têkildarî mijarê, nivîskarê ji bajarê Amedê Dr. Mûsa Dînç bal kişand ser pirtûkên Kurdî û nebûna derfeta guncav bo çapkirinê û wiha axivî:
“Min dixwest ku li kêleka Tirkî ez bi Kurdî jî binivîsim, lê şert û derfetên me tune ne.
Pirtûkên Kurdî zêde li Enqereyê nayên xwendin.
Ji ber ku li ser zimanê me zordestiyek heye, ev yek jî dibe sedema ku hejmara pirtûkên Kurdî kêm bibe.”
Dînç: Tirkiyê hewil dide bacên li ser pirtûkan dûqat bike
Mûsa Dînç di berdewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku di nav pêşangehê de yek ji gazindeyên weşanxaneyan, zêdebûna xerciyan e û wiha anî ziman:
"Hikûmeta Tirkiyê xwe amade dike ku baca li ser pirtûkan a ku sala 2019`an hatibû rakirin careke din vegerîne. Ev biryar dê bibe sedem ku bihayê pirtûkan ji sedî 25 zêde bibe."
Di heman çarçoveyê de weşanger û nivîskar Mehmet Akîf Koç têkildarî mijarê wiha nerîna xwe parve kir:
"Bihayê kaxez û xercî gelekî zêde bûne. Enflasyon zêde dibe û ev jî dibe sedem ku lêçûna çapê zêde bibe.
Mijara xwendina dîjîtal jî heye. Êdî pirtûk kêm tên çapkirin, lê kêşeya esasî zêdebûna xerciyan e."