Ednan Şerîfî : Sînordarkirina medya dijîtal, sînordarkirina azadiya ramanê ye
Hikûmeta Îraqê yasaya qedexekirina parvekinên postên xelkê li ser Metayê ‘Facebook û Instagram’ derxistiye, Pispor û rojnamevanên Îraqê jî nerazîbûna xwe yali ser biriyara hikûmetê nîşandan û gotin:
“Biryara sînordarkirina parvekirinên li Iraqê yên di medya dijîtal de, sînordarkirina azadiya ramanê ne.
Em ne li dijî yasaya rêziknameya medyayê ne û her tim daxwaza derxistina yasayek azadiya ramanê dikin.
Rexnekirina hikûmet, xizmetguzarî yan wezaretekê û bilêvkirina nerînên kesan li ser hikûmetê normale, di çarçoveya azadiya ramanê de ye.”
Têkildarî astengiyên parvekirinên li ser medya dijîtal, pisporên siyasî û çalakvanên Iraqê Ednan Şerîfî ji Rojnews’ê re axivîn.
Ednan Şerîfî diyar kir ku eger sînordarkirin û astengkirina parvekirinên li ser malperên medyaya dijîtal yên Metayê ‘Facebook û Instagram’ giştî be û hemû parvekirina bigire nav xwe, ew dikeve beşa sînordarkirina azadiya ramanê.
Ednan Şerîfî anî ziman ku azadiya ramanê bi azadiya kesên din ve sînordar e.
Elî Dehamat: Em ne li dijî yasaya rêziknameya medyayê ne
Çalakvan û bloger Elî Dehamat jî têkildarî heman mijarê got ku ew êdî ji ti biryarên din ên li Iraqê, bi taybet yên di derbarê azadiya ramanê de, matmayî namînin û wiha doman:
"Em her roj dibînin ku yasa û rêzikname tenê ji aliyê navendên ragihandin û medyayê nayên derxistin, di heman demê de ji aliyê dezgehên din ên hikûmetê ve jî têne derxistin. ``
Elî Dehamat destnîşan kir ku ew ne li dijî yasaya rêziknameya medyayê ne lê daxwaza derxistina yasayek azadiya ramanê dikin û wiha lê zêde kir:
“Em tekez dikin ku qanûnek wisa girînge da ku her kes mafên xwe bizanibe. Ev yek jî niha bi berçavgirtina binpêkirinên li Iraqê diqewimin ve bûye pêwîstiyek.”
Her wiha Rojnamevan û Çalakvan Selam Zubeydî da zanîn ku bi avakirina Komîsyona Ragihandin û Medyayê li şûna rêxistina medyayê pêwîste û got:
"Komisyona Ragihandin û Medyayê rê li ber karê medyayê û rojnamegeriyê bi doz û tedbîrên giran digirin, ev yek binpêkirinek eşkere ya destûra Iraqê ye."
Meta ku xwediyê Facebook û Instagramê ye, eşkere kir ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê postên xelkê sînordar kiriye.