Di peyama xwe ya ji bo konferansa ku ji aliyê Centre for Kurdish Affairs ve li Londonê tê lidarxistin de, damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser banga xwe ya 27'ê Sibata 2025'an û diyar kir ku aştî tenê bi qanûnekê çênabe, lê ya ku wê mayînde be avakirina civakê ye.
Ocalan destnîşan kir ku têkiliya di navbera gelên herêmê de bi rêya entegrasyona demokratîk dikare bê nûkirin û çareseriyên cudaxwaz ne li gorî rastiya dîrokî ne. Li ser qonaxa nû ya PKK'ê û guherîna stratejiyê jî bal kişand ser qedandina peywira dîrokî ya tevgerê û derbasbûna bo siyaseta demokratîk.
Di dawiya peyama xwe de, Ocalan tekez kir ku ji bo entegrasyonê gavên hevbeş û reformên qanûnî hewce ne.