Mesûd Barazanî bi daxuyaniyeke fermî sersaxî ji gelê başûrê Kurdistanê û raya giştî re xwest.
Daxuyaniya Serokê PDK`ê wiha ye:
"Bi dilên xemgîn, em koça dawî ya birayê mezin ê malbata me, Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî radigihînin, ku îro piştî demek nexweşiyê koça dawî kir.
Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî neviyê kesayetiya neteweyî û olî ya navdar Şêx Ebdulselam Barzanî û yek ji kesayetiyên pêşeng ên malbatê bû ku bi xebata xwe ya civakî û olî navdar bû."