Hin welatên Ewropayê gefên îstîxbarata Îranê şermezar kirin

Brîtanya, Amerîka û Franseyê û hin dewletên Ewropayê, zêdebûna planên kuştin û revandin ji aliyê îstîxbarata Îranê ve şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewletên Ewropayê, di daxuyanyekê hevbaş de diyar kirin ku di dijberiya xwe yên li hemberî kiryarên îstîxbarata Îranê,  ji ber kuştin, revandin û tacîzkirina mirovan li Ewropa û Amerîkayê de yekgirtî ne, ku ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya me ye.

Dewletên Ewropayê bang li Îranê kirin ku dev ji van çalakiyên xwe yên neqanûnî berdin.

Brîtanyayê jî têkildarî mijarê eşkere kir ku wan zêdetirî 20 planên revandin an jî kuştina kesan ji aliyê Îranê ve têk birî ye.

Reyedarên Spanyayê jî da zanîn ku di sala 2023`an de, Îranê li Madrîdê mûxalîfê bi navê Alejo Vîdal-Qûadras xwest bikûje, lê di encama gulebaranê de birîndar bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24