Serokê Amrîkayê Donald Trump got ku dan û standinên bi Îranê re bi awayekî erênî bi pêş ve diçin û dibe ku dawiya vê hefteyê lihevkirinek çêbibe.
Trump li Ofîsa Oval axivî û diyar kir ku dan û standin baş diçin, lê encameke diyarkirî nîne.
Tevî ku bi mehan dan û standinên di navbera Waşington û Tehranê de dom kirin jî, her du alî hîn jî li ser mijarên bingehîn negihîştine lihevkirinekê.
Li Meclîsa Nûneran biryara dijî şer derket
Meclîsa Nûneran a DYA biryarek ku daxwaza bidawîanîna operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dike, derxist.
Lê belê, ji ber hêza vetoyê ya Serok, ev biryar ne derbasdar e.
Dengdan, ku ji hêla çar nûnerên Komarparêz ve hate destekkirin, nerazîbûna zêde ya li hember polîtîkayên şer nîşan da.
Hat destnîşankirin ku bi taybetî bihayên enerjiyê yên zêde dibin, zextê li ser hikûmetê zêde dikin.
Ji Tehranê hişyariya şer hat dayîn
Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî, ji televîzyona El Meyadîn a Libnanê re got ku di dan û standinan de hîn pêşketineke berbiçav çênebûye.
Rêveberiya Tehranê, her wiha hişyarî da ku ger Îsraîl êrîşên xwe yên li Libnanê berfireh bike, dibe ku şerekî mezin dîsa li herêmê dest pê bike.
Îsraîl û Libnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kir
Lihevkirinek li ser pêkanîna agirbestekê di navbera Îsraîl û Libnanê de hat ragihandin.
Her du aliyan li hev kirin ku hin deverên ewlehiyê di bin kontrola Artêşa Libnanê de ava bikin.
Pêkanîna peymanê jî bi şertê rawestandina êrîşên Hizbullahê ve girêdayî ye.
Lê, Hizbullahê hevdîtin red kir û ragihand ku ew ê êrîşên xwe yên li dijî hedefên Îsraîlê bidomîne.
Trump dibêje ku divê pirsgirêkên Libnan ji yên Îranê cuda werin destgirtin, lê Tehran jî diyar dike ku herdu pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne.
Yek ji mijarên herî girîng ên di hevdîtinan de hîn jî depoyên uranyûma dewlemendkirî yên Îranê ne.
Rubio: Îranê hîn daxwazên Waşingtonê qebûl nekirine
DYA û Îsraîl îdîa dikin ku Îran hewl dide çekên nukleerî pêş bixe, lê Tehran van îdiayan red dike.
Wezîrê Karûbarên Derve yê DYA Marco Rubio, têkildarê mijarê ragihand ku Îranê hîn daxwazên Waşingtonê qebûl nekirine.