Her wiha Medyaya Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh şevê bi karwanek ji 16 wesayîtan êrîşî gundê El-Esbeh li başûrê gundewarê Quneytrayê kiriye.
Televîzyona Sûriyê eşkere kir ku hêzên Îsraîlê xalek kontrolê danîne û li gelek malan lêgerîn kirine, di heman demê de balafirên bêpîlot ên Îsraîlê li ser herêmê firiyane.