NY: Li Sûriyê li dijî zarokan bi hezaran binpêkirin pêk hatine

Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirinên li dijî zarokên li Sûriyê de raporek weşand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Zarok û Pevçûnên Çekdarî Vanessa Fraser anî ziman ku tevî aloziya li Sûriyê ji Kanûna 2024'an û vir ve pêşketinên berbiçav ji bo zarokan hatine bidestxistin. 

Hat diyarkirin ku wan 3 hezar û 343 binpêkirinên giran li dijî 3 hezar û 209 zarokan ku piraniya wan ji leşkerkirin û kuştinê bandor bûne, piştrast kir.

Di raporê de hat eşkerekirin ku ev binpêkirin herî kêm bi 32 aliyên ku di şerê Sûriyê de cih digirin hatine girêdan.

Vanessa Fraser da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga xwe ji bo zarokên ku li kampên Hol û Roj yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin bi ewle vegerin cihê xwe kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye