Lezgin

Li Tirkiyê zexta li ser rojnamevanan kêm nabe

reset font size increase font size

Rewşa rojnamevanan ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her tim bi astengî, êşkence, girtin û kuştinê tê bibîranîn. Di nav hemû welatên cîhanêde her tim rêzên pêş de cîh girtiye. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ji bo sala 2024-2025 raporek berfireh amade kiriye.

Wekî her sal zext, êrîş, girtin li Tirkiyê berdewam dikin. Gelek mijaran de, bi sedan rojnameger hatine binçavkirin, bi dehan ji wan rastî êrîşan hatine û hatine girtin. TGS di raporê xwe de berfirehî behsa van pirsgirêkên rojnamegeran dike. Hin lêkolînên ku di raporê de derketine pêş wiha ne;

Bi kêmanî ji 1’ê Nîsana 2025’an pê ve;

-Hat ragihandin ku di 20’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di êrîşeke çekdarî ya bi dronekê de li ser wesayîta ku peyva "çapemenî" li ser wê hatibû nivîsandin, li bakurê Sûriyeyê hatine kuştin.

-19 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê li girtîgehên cûrbecûr ên Tirkiyeyê ji azadiya xwe bêpar in. (Piştî 1’ê Nîsanê berdan û girtin çê bûn. Niha 18 rojameger di girtîgehanda ne.)

-29 rojnamevan hatin girtin, 6 rojnamevan rastî tedbîrên kontrola edlî yên wek qedexeya derketina ji malên xwe (hepsa malê) hatin.

-313 lêpirsîn li dijî rojnamevanan hatin vekirin. 123 binçavkirin li dijî rojnamevanan pêk hatin. Di 90 lêpirsînan de rojnamevan ji bo îfadeyê hatin gazîkirin.

-Li gorî daneyan di sala dawî de hene;  311 rojnamevan di 212 dozan de hatine darizandin. 196 ji van dozan dozên sûc bûn, lê 16 dozên hiqûqa taybet bûn ku daxwazên tazmînatê lê hatibûn kirin. 300 rojnamevan di dozên sûc de derketin pêşberî dadwer; 11 rojnamevan û 4 sazî di dozên hiqûqa taybet de derketin pêşberî dadwer.

-Bi tevahî 137 sal û 23 roj cezayê girtîgehê li wan re hate dayîn. 57 rojnamevan hatin beraetkirin. Bi tevahî 161,980 TL cezayê pereyan li wan hat birîn.

-16 dozên ku daxwazên tazmînatê bi kêmî 3 milyon û 850 hezar TL bûn darizandina wan çê bûn . Dozek bi nirxa giştî 50,000 TL qismî hate qebûlkirin. Di van dozan de bi tevahî 12,500 TL tazmînat hate dayîn. Du dozên bi nirxa giştî 40,000 TL hatin redkirin.

-Êrîşa fizîkî li 56 rojnamevanan hat kirin. Gefa devkî li 90 rojnamevanan hat kirin. Êrîş li sê saziyên çapemeniyê hat kirin. Sê saziyên çapemeniyê bûn hedef.

-Navenda Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn desthilata wê betal kiriye jî, xebatên xwe berdewam dike.

-Piştî redkirina dayîna sertîfîkaya hilbijartinê ji Abdullah Zeydan re, ku di Nîsana 2024’an de wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin û piştî binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû di Adara 2025an de, rojnamevan bûn hedefa eşkere ya şîdeta polîsan.

-Biryar hat dayîn ku 26 malper, 90 naveroka nûçeyan li ser bingeha URLê werin astengkirin, 38 naveroka nûçeyan werin jêbirin û sê mijar di çarçoveya mafê jibîrkirinê de bi motorên lêgerînê ve neyên girêdan.

-Ji ber kuştina hovane ya du jinên ciwan li Stenbolê, êrîşa TÛSAŞê, kuştina Narîn û herî dawî jî şewata  Otêla Grand Kartal a Bolûyê, qedexeya weşanê hate danîn.

-Hewldana Rojnameya Evrenselê ji bo bidestxistina reklamên fermî berdewam dike. Mafê Rojnameya Evrenselê ya weşandina reklam û ragihandinên fermî di Îlona 2019’an de hate sekinandin û ev maf di sala 2022’an de bi tevahî hate betalkirin. Dadgeha Îdarî ya 2’yemîn a Stenbolê doza Evrenselê ya li dijî biryara betalkirina BÎKê( Ajansa Reklamê ya Çapemeniyê) red kir. Pêvajoya îtîrazê berdewam dike.

-Bi Pêşniyara Qanûnî ya Bandoriya Ajanbûnê re, ku du caran pêşkêşî Parlamentoyê hate kirin û wekî cîgirê Qanûna Sansurê hate vekişandin û bi ketina meriyetê ya Qanûna Ewlekariya Sîber re, rojnamevan bi rêziknameyên sûc têne tirsandin.

Rapora Sûcê Dezenformasyonê

Ji Cotmeha 2022’an, dema ku ew ket meriyetê heta Nîsana 2025’an, Xala 217/A ya TCK’ê (Qanûna Cezayê ya Tirkiyê) ji bo sûcê "Belavkirina Agahiyên Şaş bi Giştî" dê herî kêm bi cezayê;

-Bi tevahî 85 lêpirsîn li dijî 67 rojnamevanan hatine vekirin.

-15 rojnameger hatine binçavkirin.

-Çar rojnamevan hatin girtin. Ferman hat dayîn ku rojnamevanek di bin çavdêriya dadwerî de bimîne, wek mînak ji mala xwe dernekeve. Tedbîrên din ên kontrola dadwerî li ser heşt rojnamevanan hatin sepandin.

-Di encama lêpirsînan de 27 doz hatin vekirin. Di 11 dozan de, di dadgeha yekem de biryara beraetê hat dayîn. Dozek bi 10 meh cezayê girtîgehê bi dawî bû, lê di îstînafê de biryara beraetê hat dayîn. Di dozekê de, 10 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat paşxistin. Dozek hat redkirin. Di 13 dozan de darizandin berdewam dikin.

-Di 40 lêpirsînan de biryara nepeniyê hatiye dayîn, 18 lêpirsîn jî berdewam dikin.

Şer û pevçûn ji bo rojnamevanên ku hewl didin pîşeyê xwe di bin gefên wekî girtin, desteserkirin, sansur, xwe-sansur, bêkarî, bêewlehî, nezelaliya aborî û hwd. de bikin, yekane rêya çareseriyê ye. Wekî ku ji daneyên anketê tê dîtin, tevî fikaran jî, rojnamevan dixwazin sendîkayî bibin û di bin pergala peymanên kolektîf de bixebitin. Dermanê vê atmosfera neqanûnî parastina demokrasiyê, nîşandana hevgirtinê û bi hev re sekinandin e.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24