Lezgin

Îsraîl: Em bi Sûriyeyê re di pêwendiyeke rasterast de ne

reset font size increase font size

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi, li pêşiya Komîteya Têkiliyên Derve û Parastinê ya parlamentoya welatê xwe derbarê avakirina têkiliyan di navbera welatê xwe û hikûmeta Şamê de axivî.

Tzachi Hanegbi got: "Rojane di navbera Îsraîl û rejîma Sûriyeyê de gotûbêjên rasterast hene."

Hanegbî destnîşan kir ku agahiyên hatine wergirtin nîşan dide ku, Ehmed El Şera di hevdîtina xwe ya bi serok Emmanuel Macron re, li Parîsê gotiye ku, diyalogeke neyekser bi Îsraîlê re heye. Lê ya rast ew e ku diyalogekî rasterast û rojane di hemû astan de, em di nav pêwendiyeke rasterast de ne.

Hanegbî bersivda nirxandinên ragihandinê yên derbarê şêwazê diyalogên bi Sûriyê re û ev nirxandin kir:

"Ew ne tenê danûstendina di navbera rayedarên leşkerî de ye, lê belê diyalogeke siyasî ya rasterast e."

Tzachi Hanegbi eşkere kir ku, Sûriye û Îsraîl xwedî dijminên hevpar in, bi taybetî jî Îran.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê derbarê vekişîna leşkerên xwe ji wan herêman dawî Îsraîlê de jî ev tiş anî ziman: "Eger têkilî asayî bibin, wê demê em ê lêkolînê li ser bikin."

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi,  destnîşankir ku ew derbarê têkiliyên Serokê hikûmeta Sûriyê Ehmed Şera bi komên cîhadî yên terorîst re lêkolîn dikin.

Demhat Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24