Lezgin

Madeyên hişbir di şêkirê zaroka de: Haribo berhemên xwe rakir

reset font size increase font size

Piştî dîtina madeyên hişber di şêkirê navdar a Haribo de li Holenda, kompaniya Haribo ragihand ku berhemên xwe ji bazarên Holenda û Belcîka vedikşîne.

Di Gulana 2025`an de, piştî du kesan ji herêma Twent bi awayekî fermî gilî tomar kirin ku gelek kes bi sedema xwarina şêraniya Haribo di nava wan de zarok bi nexweşiyên weke gêjbûn û nerehetî ketin, kompaniya Haribo ragihand ku ew berhemên xwe “Happy Cola F!ZZ” ji bazarên li Holendayê radike.

Piştî Holenda, şêkirê Haribo ji bazarên Holenda û Belcîka hat rakirin ji ber gumanê ku di nav de madeyên hişber hene.

Berdevka rêxistina ewlekariya xwarinê li Belcîkayê got ku tu rewşa wekî vê li Belcîkayê nehatiye dîtin û ew berdewam in di lêkolînkirina pêşveçûnên li Holendayê.

Ev ne bûyera yekemî ne ji dîtina madeyên hişber di nava berhemên Haribo de, ji ber ku di sala 2023`an de jî ev made di nava barekî vî kompanyayê de hatibû dîtin.  

Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24