Jinên ku tevlî darizandina Ecac bûbûn li festîvalê hatin xelatkirin

Li Silêmaniyê bi tevlîbûna hunermend, rewşenbîr û beşek ji welatiyan, Festîvala Tolhilîna Enfalê hat lidarxistin. Di festîvalê de jinên ku tevlî darizandina celadê Kurdan ê Enfalê yê bi navê `Ecac Herdan Tikrîtî` bibûn, hatin xelatkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji aliyê Komeleya Hunerî ya Millî ya Kurdistanê û bi hevkariya Mala Çandê re, li Silêmaniyê Festîvala Tolhilîna Enfalê hate lidarxistin.

Jinên ku hunerên destan û xwarinên Kurdî çêdikin, bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûn.

Li aliyê din, di festîvalê de jinên ku tevlî darizandina Ecad Tikrîtî ku weke ‘Celadê Girtîgeha Nugre Selmanê’ tê naskirin bûbûn, xelata rêzgirtinê ji bo wan hate dayîn.

Xelata rêzgirtinê pêşkêşî Niştîman Elî û Jiyan Hisên hate kirin.

Jiyan Elî axivî û diyar kir ku ew kêfxweş e ku tevlî darizandina Ecac bûbû, ji ber ku Edalet bi biryara darvekirina wî gihîşt serî.

Her wiha Jiyan Elî rexne li hikûmeta herêmê kir, ji ber ku alîkariya têrker nedaye wan û serdana xwe ya Bexdayê tenê bi beşek ji rêwîtiyê ve sînordar kiriye.

Herî dawiyê, Jiyan Elî tekez kir ku ji bo hişyarkirina li ser jenosîdê, hewcedariya bi hewldanên mezintir heye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye