Lezgin

Peymana Brahîmî di navbera Israîl û welatên Erebî de berfirehtir dibe

reset font size increase font size

Ev demeke dirêje ku şer û dijmanetî di navbera Îsraîl û çend welatên Erebî de heye. Îsraîl û Amerîka dixwazin bi riya Peymana Brahîmî van pirsgirêkan çareser bikin.

Peymana Brahîmî çî ye?

Peymana Brahîmî, navê komek ji peymanên aştiyê ye, ku di navbera Îsraîl û çend welatên erebî de, di bin Lênihêrîna DYA'yê de hatiye îmzekirin. Ev nav vedigere Pêxember Îbrahîm, ji ber ku ew di sê olên ezmanî yên mezin ên cîhanê de (îslam, xiristiyanî û cihûtî), kesayeteke navendî ye.

Di 26’ê Adara 1979’an de yekemîn car peymana aştiyê di navbera Misir û Îsraîlê de hate îmzekirin û di encamê de rewşa şer a ku ji şerê Ereb û Îsraîlê yê sala 1948'an ve hebû, hate rawestandin.

Peymana aştiyê ya Urdun û Îsraîlê jî, di 26’ê Cotmeha 1994’an de hat îmzekirin.

Navê Peymana Brahîmî cara yekemîn di peymana di navbera Îsraîl û Îmartên Yekbûyî yên Erebî de hat bikar anîn, ew peyman di 13 tabaxa sala 2000’î de hat îmzekirin.

Şertên Peymana Brahîmî çi ne?

1.Giringîdan û geşkirina aştîyê li Rojhilata Navîn û cîhanê, di nav de azadîya ol û bawerîyê.

2.Bawerîya ku rêya herî baş ya rû bi rûbûna dijwarîyan bi hevkarî û dîyalogê ye, pêşxistina peywendîyên dostane di navbera welatan de xizmeta aştîya herdemî ya deverê û cîhanê dike.

3.Pêşvebirina nirxên toleransê û rêzgirtina her takekesî, ji bo avakirina cîhaneke ku her kes xwedan jiyan û hêviyek bi rûmet be, çi nijad, ol û çi koka neteweyî be.

4.Destekkirina zanist, huner, derman û bazirganiyê weke amûrên îlhamdayîna mirovahiyê û pêşvebirina nêzîkbûna navbera gelan.

5.Ji bo paşerojeke geştir ji zarokên cîhanê re peyda bike, hewl dide nakokiyan ji holê rake.

6.Berdewamkirina xebata ji bo dîtineke berfireh ji bo aştî, ewlehî û serkeftinê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.

7.Pêşwazîya pêşketinên ku di warê pêkanîna peywendîyên diplomatîkên di navbera Îsraîl û welatên cîran de hatine kirin û li gor prensîbên ku di Peymana Brahîmî de hatine dîyarkirin.

Dewletên Ereb yên tevlî Peymana Brahîmî bûne

Gelek dewletên Ereban bi awayekî eşkere û fermî Peymana Brahîmî  bi Îsraîlê re îmze kirine, wek

Misir, Urdun, Îmartên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn, Sûdan û Mexrib.

Hin dewletên din jî hene wek Sûriyê û Erebistana Siûdî, têkiliyên wan bi Îsraîlê re hene. Li gor daxuyanî û şîroveyên navendên lêkolînan û şîrovekarên siyasî, tê çaverêkirin ku di demeke nêz de ev herdu welat li ser peymanê îmze bikin.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24