Parêzgarê Kerkûkê seredana Silêmaniyê kir

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, li Silêmaniyê pêşwaziya parêzgarê Kerkukê Mihemed Semaan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de rewşa giştî ya parêzgeha Kerkukê, rewşa ewlehiyê, gavên jinûveavakirinê û asta xizmetên ku ji welatiyan re tên pêşkêşkirin, hatin nîqaşkirin.

Her wiha Talebanî û Semaan tekezî li ser pêwîstiya parastina hevsengiyê û xebata hevbeş a di navbera hemû alî û civakan de kirin.

Bafil Talebanî diyar kir ku Kerkûk mînakeke mezin a biratî û yekîtiya di navbera civakan de ye û got ku dikarin aramiyê biparêzin û mafên rewa yên hemû niştecihên Kerkukê, bê cudahî, misoger bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye