Teqîn vê sibehê saet 9:10 deqeyan, dema hêzên ewlehiyê li devera Geliyê Zegîtonê operasyonên paqijkirinê dikirin, pêk hat.
Herdu efserên hatin kuştin, fermandarê yekîneya têkiliyên Lîwaya Yanzdehan a Hêzên Îraqê Ehed Yasir Xidir û Mu`tez Şehîd Ebbas bûn.
Ev bûyer di demekê de pêk tê ku hêzên Îraqê ji bo paqijkirin û lêgerînê li deverên derdora Kerkûkê operasyonan pêk tînin.
Berî vê jî, balafirên şer ên Îraqê cihên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li Geliyê Zegîtonê bombebaran kiribûn.