Li gorî Herana jinên ku hatine darvekirin sê ji wan dibin temenê 18 salî de bûn.
Di heman demê de Herana da zanîn ku 191 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Her wiha Rêxistina Herana destnîşan kir ku darvekirin bi îdîayên sûcên darayî, siyasî, ewlehî, olî, bi tometên sixûrî û teqînan bûn.
Rêxistina Herana da zanîn ku piraniya darvekirinan ne li gorî proseya dadwerî, bêyî pabendbûna bi pîvanên darizandina dadperwer û bêyî parêzerekî diyarkirî hatine pêkanîn.