Li Îranê 6 kes hatin darvekirin

Li Îranê bi tewana hevkariya bi Îsraîlê re, 6 kes hatin darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dezgeha dadweriyê ya Îranê ragihand ku wan 6 kes bi îdiaya endamtiya komeke terorîst a cudaxwaz "ajanên Îsraîlê" darve kirine.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê eşkere kir ku ev kes, li xwe mikur hatine ku wan çend operasyonên xwînî plan kirine û pêk anîne.

Ajansê diyar kir ku ev kesên hatine darvekirin 4 endamên ewlehiyê kuştibûn û teqînek li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê pêkanîbûn.

Li gorî ajansê, Navenda Agahdariya Dadwerîyê ragihand ku piştî temamkirina hemû pêngavên qanûnî û wergirtina erêkirina Dadgeha Bilind, cezayên darvekirinê li dijî van 6 kesan hatin bicihanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye